Li girtîgeha Tekîrdagê jimara girtiyên di gervê de bû 8 kes

Bi her awayî li girtîgehên Tirkiyê, girtî rastî hemû cureyên zext û êşkenceyê tên.
Ji ber van zextan, demek e êdî girtî dest bi grevên birçîbûnê dikin.
Berî niha li girtîgeha Tekîrdagê ya Amedê 2 girtî ketibûn greva birçîbûnê.
Niha jî li herdu girtiyan 6’ên din zêde bûn. 

Berî niha li vê girtîgehê ( Tekîrdagê ) ya li Amedê, 2 girtiyan dest bi gereva birçîbûnê kiribûn.

Girtiyan bi vê grevê xwestin balê bikişînin li ser metirsiya li ser jiyana wan.

Herî dawî û ji ber zêdebûna zextan, hat ragihandin ku 6 girtiyên din ên heman girtîgehê jî dest bi greva birçîbûnê kirine.

Bi vê yekê re jimara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8’an.

Daxwaza girtiyan ew e ku êdî dawî li binpêkirinên li dijî wan, were anîn.

Li Amedê rojnamevan Nurcan Yalçin hat binçavkirin

Ev zext, ne tenê li ser girtiyan hene, rojnamevan jî tim rastî êriş û zextên bi vî rengî tên.

Herî dawî, îro se’etên sibehê li Amedê rojnamevan Nurcan Yalçin ji aliyê polîsên AKP’ê ve hat binçavkirin.

Der barê hevdîtina parêzer de jî qedexeya 24 se’etan hat dayîn.

Back to top button