Tirkiye piştevaniya xwe ya bo Ûkrayna ragihand

Di demekê ku cîhan ber bi şerekî nû ve diçe de, Rûsya û Ûkrayna ji xwe re li hevalbendan digerin. Rûsya her çiqasî dibêje, ti armancek wê ya dagirkirina Ûkrayna nîne, lê di nava hewildanên komkirina piştevanên xwe de ye. Tirkiye jî di mijara Ûkrayna de careke din piştevaniya welatên Rojava kir. Amerîka dibêje, di binê gelek daxuyaniyên tund yên li dijî Rûsya de îmzaya Tirkiye jî heye. Serokomarê Fransa Macron jî wê serdana Kîev û Mosko bike.

Li derdora Kîev û Moskow trafîkek zêde ya danûstandin heye.

Bi derbasbûya rojê re, êdî aliyên rojavayî û rohilatî, hîn zêdetir alîgiriya xwe diyar dikin.

Herî dawî serokomarê Tirkiyê Erdogan bi şandeya pêre, serdana Kîevê kir û piştevaniya xwe ya ji bo Ûkrayna diyar kir.

Di hevdîtina navbera Erdogan û Serokomarê Ûkrayna Volodymir Zelensky de gelek peymanên bazirganiyê hatin îmzkirin.

Her wiha hilberabandina balafirên bê pîlot li Ûkrayna jî di nava van li hevkirinan de bû.

DYA: Di bin gelek daxuyaniyên tund ên li dijî Rûsya de îmzaya Tikriyê heye

Li aliyekî din, DYA ji piştevaniya Enqere bo Kîevê keyfxweşe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê Ned Price diyar kir ku Tirkiye hevalbendekî giranbuha yê NATO’yê ye û gelek daxuyaniyên tund ên NATO’yê yên têkildarî aloziya Ûkrayna-Rûsyayê îmze kirine.

Li ser pirsa “çima derbarê mijara Ûkrayna de we hîn zêdetir bi Tirkiyê re neketin nava danûstandinan? Gelo sedemê vê ji ber têkliyên jihevketî ye? Price wiha got: “Dema hûn lê binêrin, hûnê bibînin ku me di hemû têkiliyên xwe yên dawî da rewşa Rûsya û Ûkraynayê anî ziman, di serî da Tirkiye danûstandin pêk aniye. Tirkiye hevalbendeke giranbuha ya NATOyê ye. Tirkiye di vê mijarê de gelek daxuyaniyên tund ên NATO li dijî Rûsya îmze kirine.”

Macron wê serdana Rûsya û Ûkrayna bike

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron wê hefteya bê li Rûsyayê bi Vladimir Putin û li Ûkraynayê jî bi Volodymyr Zelensky re bicive.

Di dema ku serokên welatên rojavayî di dema krîza Rûsya û Ûkraynayê de di nav trafîka dîplomatîk de bûn, Serokomariya Fransayê ragihand ku Macron wê 7’ê Sibatê biçe Rûsya.

Piştî wê di 8ê Sibatê de jî wê serdana Kîevê bike.

Macron berê gotibû ji bo kêmkirina aloziya Ûkrayna rêya danûstandinan wê xala bingehîn be.

Serokomarê Fransayê beriya niha bi Putin û Zelensky re bi telefonê cuda axivîbû.

Back to top button