Hêzên Rûs tetbîqatên xwe yên berfiher pêk tîne

Di nava werza zivistanê de, Rûsya û Belarûs xwe li Ûkrayna xweş kirine. Rûsya tetbîqatên xwe yên li sînor berfirehtir kiriye. Amerîka jî îdia dike ku Rûsya ji bo êrişa xwe ya dagirkeriya li dijî Ûkrayna pêk bîne, vîdeoyekî bixwîn amade kiriye. Tevî van hemûyan, Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu li Belarsûyê ye.

Pêngavên dawî têne kirin.

Balefirên Rûsya ji asîmanan danakevin û armancên hatine diyarkirin yek bi yek li wan dixin.

Bi sedan leşker jî di behahiyê de ketine tevgerê.

Tankên Rûsya di nava berfê de, mîna pêşbaziyê bipêş dikevin.

Di qonaxa dawî de, leşkerên bi rêya hewayî li herêmê tên danîn.

Di nava vê tevgerê de, Rûsya û Belarûs xwe ji tetbîqatên berfireh re amade dikin.

Hemwextî van tetbîqatan S-400’ên Rûsya ji bo Belarûsê şandin jî li herêmê têne bicihkirin. Wezîrê Parastina Rûsya Sergey Şoygu ji bo şopandina rewşa heyî, li Belarûsê ye. Şoygu yê doh gihişt Belarûsya, bi Serokomarê Belarûs Alexander Lukaşenko re civiya.

Amerîka: Rûsya vîdeoyek bi xwîn a bibe hinceta dagirkirina Ûkrayna amade dike

Li aliyekî din îdiayên metirsidar derdikevin.

Rêveberên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dibêjin, Rûsya ji bo Ûkrayna dagir bike li pilanan digere.

Tê gotin, Rûsya vîdeoyek bêbingeh ya “gelek bixwîn” amade dike ku ji bo vê bike hinceta despêkirina şerekeî li dijî Ûkrayna.

Li gorî plana ku vîdeo ya wê hatî amadekirin, Ûkrayna bi rêya balafirên bêpîlot yên Bayraktar ku ji Tirkiyê kirîne wê êrişî rojhilatê welat bike.

Rûsya jî vê yekê wê, bike sedema despêkirina êrişeke li dijî dagirkeriya Ûkrayna.

Bikaranîna balafirên bêmirov yên tirkiye li Donbasa Ûkrayna, Moskow bihêrs kiribû.

Li gor rojnameya New York Times, piştî belavkirina vê vîdyoyê, Rûsya wê Ûkraynayê bi hewla jenosîdê li dijî alîgirên Rûsya tawanbar bike û diyar kir ku ew dikare artêşa xwe vexwîne wî welatî.

Rêveberên Amerîkî dibêjin ji bo ewlekariya çavkaniya xwe, ew nikarin navê wiya eşkere bikin.

Pentagon: Kremlîn piştgiriyê dide plana dagirkirina Ûkrayna

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniya çapemeniya rojane de got, Waşîngton di wê baweriyê de ye ku Kremlîn piştgiriyê dide planê.

Li gorî ezmûna me, tiştên weha kêm caran bêyî pejirandina asta herî bilind a hukûmeta Rûsyayê diqewimin.

Alîkarê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Koşka Spî Jonathan Finer ji MSNBC re got: “Em tam nizanin ka ew ê vê rêyê biçin. Lê bê guman ew yek ji vebijarkên li ser masê ye.”

Kremlîn: Tiştek wiha tineye

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ev îdia red kir û got, “Ev ne cara yekem e. Berê jî tiştekî wiha dihat gotin, lê tiştek derneket.”

Back to top button