DYA bi bihayê 4,21 milyar dolar F-16’an wê bifiroşe Ûrdinê

Piştî hewildanên zêde Ûrdinê karî kongresa Amerîka di firotina balafiran de razî bike. Wezareta Karên derve ya DYA ragihand ku wê bi bihayê 4,21 milyar dolar balafirên nûjen yên F-16 Blok bifiroşin Ûrdinê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê de wiha hat gotin:

“Wezareta Karên Derve biryar da ku firotina balafirên F-16 C/D Block 70 û alavên wê bi bihayê 4,21 milyar dolarî ji Urdinê pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev biyar ji Konresê re hatiye şandin.

Hat destnîşankirin ku di pakêta firotanê de 12 balafirên F-16 C Block 70 û 4 balafirên F-16D Block 70, 5 motorên yedek û piştgirî hene.

Tê gotin, ev firotin wê ji bo ewlekariya Urdinê alîkariyeke mezin bike, lê hevsengiya hêzê ya li herêmê neguherîne.

Pejirandinên Wezareta Derve ya ji bo firotina çekan tenê tê wê wateyê ku firotin ne pirsgirêkek rêveberiya DYA ye.

Ger Kongreya DYE di nava 30 rojên xebatê de li dijî biryara Wezaretê nerazîbe, rêveberî ji bo naveroka pakêta firotanê bi welatê ku firot tê pejirandin re danûstandinan dike.

Di dawiya van danûstandinan de, DYA nameyek pêşniyarê pêşkêşî wî welatî dike.

Ger pêşniyar bersivek erênî werbigire, pêvajoya kirînê pêk tê.

Back to top button