Di wextekî navbera Moskow-Rojava de rewş aloze putin bi xî re civiya

Di demekê ku navbera Moskow û welatên Rojavayî de rewş aloze, bloka rojhilat lihev dicive. Serokdewletê Rûsya Putin piştî navberekî bi qasî 2 salan, bi serokê Çînê Xî Jinping re hevdîtinek rûbirû pêk anî.

Vladimir Putin di destpêka civîna ku di roja Olîmpiyadên Zivistanê de li Pekînê hat lidarxistin wiha got:

“Pêwendiyên Rûsya û Çînê li ser rêya dostanî û hevkarîya stratejîk ber bi pêşve diçin.”

Putin anî ziman ku navebra herdû welatan têkiliyeke birûmet a nimûne heye.

Beriya civînê serokê Rûsyayê diyar kiribû ku Moskoyê ji bo şandina 10 milyar m3 (metre mukeeb) gaza xwezayî ji rojhilatê Rûsyayê bo Çînê peymanek amade kiriye.

Xi û Putin wê bi hev re beşdarî merasîma vekirina Olîmpiyadên Zivistanê ya Pekînê ya 2022’an bibin.

Tevî ku karbidestên rûsî ji ber skandala dopîngê ji beşdarbûna bûyerên atletîzmê yên navneteweyî hatine qedexe kirin, lê tenê li ser vexwendina serokên dewletan dikarin beşdar bibin.

Piştî belavbûna vîrûsê ya 2020’an li seranserê cîhanê û heta niha Xî ji welat derneketiye.

Back to top button