LI REQAYÊ 670 CENAZE JI GORISTANA FEXÊXA HAT DERXISTIN

Tîma Destwerdana Destpêkê nêzî 670 cenaze ji Goristana Fixêxa ya Reqayê derxistin.

Tîma bajarê Reqayê xebatên rakirina cenazeyên li Goristana Fixêxa ya mezintirîn koma gorî ye ku tê de gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ û sivîlan hene, didomîne.

Li gorî serjimariya tîmê, hejmara cenazeyên ku hatine derxistin nêzî 670 cenazeyî ye.

Goristan dikeve gundewarên başurê Reqayê li herêma Şamiyê ya başurê çemê Firatê.

Tê payîn ku tîm, beşa yekemîn ji goristanê di çend rojên pêş de bi dawî bike.

Serokê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir Xemîs diyarkir ku li gorî agahiyên di destê wan de, di beşek din a gorê de cenazeyên nûçegihanên biyanî yên ku çeteyan ew li bajarê Reqayê kuştine, heye.

Tîma Destwerdana Destpêkê 9’ê Çileya 2019’an dest bi xebata li goristana Fixêxa kir.

Leave a Reply

Back to top button