Roja Penceşêrê ya Cîhanê

Îro 4’ê Sibatê Roja Penceşêrê ya Cîhanî ye. Yekîtiya Ewropa ji ber zêdebûna penceşêrê hişyarî da û got, 10 milyon kes ji ber vê nexweşiyê mirine. Ger pêşî neyê girtin heta 2040’î wê ev jimar ji sêyan yek zêdetir bibe. Li Tirkiyê her sal nêzî 200 hezar kes bi nexweşiya pençeşêrê dikevin.

Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen, ji bo çareserkirina rastiya ku mirin li hin welatên endam li gorî hin welatên din pir zêde ye, destpêkirina ‘qeyda newekheviya penceşêrê’ ragihand.

Leyen destnîşan kir ku bi saya bernameyê wê cudahiyên di navbera welatên endam û herêman de bên tesbîtkirin.

Bivê yekê re wê alîkariya ku hîn zêdetir were kirin bibe armanc.

Li gorî daneyên sala 2018’an, li welatên Ewropaya Rojhilat rêjeya mirina ji nexweşiyê zêdetir e.

Li Maceristanê, ji serê 1,000 kesên ku bi penceşêrê dikevin, 335 kes dimirin.

Bivê rêjeyê re, Maceristan welatê Ewropa yê herî zêde ji ber penceşêrê mirin lê pêk tê ye.

Piştî Macerîstan, xirvatistan bi 323 û Slovakya jî bi 310 cihê xwe di rêzên pêş de digrin.

Tirkiyeya ku di daneyên Yekîtiya Ewropayê de ji bo mirina penceşêrê pênaseyên cuda bi kar tîne, li derve hate hiştin.

Lichtenstein ji hezarî 172, Swîsre 209 û Fînlandiya bi 212 bûn welatênherî rêjeya kêm ya ji ber penceşêrê dimirin.

Rêxistina Tendûristiya Cîhanî ya ji 53 welatên Asya Navîn û Ewropa digre nava xwe ragihand ku bêtirî ji sedî 20’ê mirinên ji ber penceşêrê li Herêmên Ewropa pêk tê.

Tê texmînkirin ku di sala 2020’an de li YE 2 milyon û 700 hezar kes bi pençeşêrê ketine û ji wan milyonek û 300 hezar kes mirine.

Di vê demê de, tê gotin dibe ku jimareke mezin ji bûyeran ji ber belavbûna Covid-19 nehatibin tomar kirin.

Komîsyona YE’yê texmîn dike ku ger gavên bibandor neyên avêtin, heta sala 2040’î bûyerên nû ji sedî 21 û mirina penceşêrê jî ji sedî 31 zêde bibe.

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel a par hat eşkerekirin, tê texmînkirin ku di nava salekê de nêzî 96 hezar û 200 mêr û 67 hezar û 200 jin bi nexweşiya penceşêrê ketine.

Dema ku daneyên 5 salên dawî yên rêveberiyê têne nirxandin diyar dike ku nexweşiya penceşêrê di heman çarçoveyê de dimeşe.

Back to top button