Mûrad Karayilan: Êrişa li ser Kobanê plana hevpar a MÎT û DAIŞ’ê bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, di beşa pêncemîn a hevpeyvîna xwe de a bi Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de derbarê berxwedana Kobanê de qala Plana dewleta Tirk kir. Karayilan diyar kir êrişa li ser Kobanê plana hevpar a MÎT û DAIŞ’ê bû û got, “Çûyîna hêzeke piçûk a pêşmerge ji bo Kobanê sembolîk jî be watedar bû.”

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê beşa pêncemîn a hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan re weşand.

Karayilan di vê beşa hevpeyvînê de jî bersiv da gelek pirsên li ser berxwedana Kobanê.

Mûrat Karayilan bal kişande li ser çûyîna hêzên pêşmergeyan a li Kobanê û diyar kir çûyîna wan ji bo Kobanê xwedî wateyeke taybet bû û wiha got:

Hêza ku çû hêzeke ji hejmareke kêm bû, bi giranî çekên giran bi kar dianîn.

Sembolîk jî be çûyîna wan baş bû.

Ji her tiştî wêdetir ji bo gelê me ji aliyê siyasî, moral û psîkolojîk ve dibû alîkar.

Karayilan anî ziman beriya pêşmergeyan komên dostên YPG’ê yên bi eslê xwe Ereb û ji tevgera şoreşger-sosyalîst a Tirkiyê jî hinek tevlî pêvajoya berxwedanê bûbûn.

Mûrad Karayilan got: “Li ser bingeha piştevaniyeke enternasyonal şervanên Ereb, Tirk, Kurd tevlî pêvajoya berxwedanê bûn û her kesî bi dil û can şer kirin.”

Mûrad Karayilan qala pêvajoya paqijkirina bajar û hevdîtina dewleta Tirk ya bi Rêber Apo re kir û wiha dewam kir:

Bi armanca paqijkirina bajer ji çeteyan û şikandina DAIŞ’ê, di şeva 28-29’ê Mijdarê hate plankirin ku Miştenûr û navenda bajêr bigihîne hev.

Tu nabê DAIŞ’ê jî tevî dewleta Tirk, li ser bingeha organîzasyona MÎT’ê heman rojê heman plan kiriye.

Her wiha wê rojê hevdîtina bi Rêbertî re eyar kir û ji heyeta çû hevdîtinê re ragihand.

Ev yek ji raya giştî re jî eşkere kirin; bi vî rengî girseya me xistin pozîsyoneke welê ku li benda encama hevdîtinê bisekinin û helwestekê nîşan nedin.

Eşkere bû ku ev plankirî bû. Lê li aliyê din plan amade kiribûn ku di şeva 28-29’ê mehê de Kobanê bixin.

Karayilan eşkere kir hikumeta AKP’ê bi vê planê dixwest hem pêşî li nerazîbûna gel bigirin, hem bigihêjin armanca xwe û bi vî rengî hîn bi destekî xurt derkevin hemberî Rêber Apo

Karayilan wiha got: Di vê planê de hikumeta AKP’ê bi navê Komara Tirkiyê rîskeke gelekî mezin dabû pêş çavên xwe.

Ev yek planeke hevpar a MÎT û DAÎŞ’ê bû.

Bêguman ev plan li ser bingeha agahiya Erdogan hatibû amadekirin. ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir piştî ev plan hate têkbirin û hêzên YPG’ê li ser Miştenûrê bi temamî serwer bû, pêvajoya şikestinê di nava DAIŞ’ê de dest pê kir û wiha bi dawî kir:

Hêzên Azadiyê yên Kobanê gav bi gav bi pêş ketin û 26’ê Çileyê êdî temamiya taxên nava bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Bi vî rengî êrişa berfireh a bi hevkariya DAIŞ û AKP’ê li dijî Kobanê, hate têkbirin.

Back to top button