Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê : Em tu carî wê roja reş ji bîr nakin

Têkoşîna li dijî Komploya navnetewî a 15’ê Sibatê dewam dike. Jinên ku îro di nav têkoşînê de cih digirin û di dema komployê de zarok bûn, anîn ziman 15’ê Sibatê ji bo wan rojek reş e û ewê li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin.

15 Sibatê ji aliyê sîyasî de wek ‘ Komployek navneteweyî’ hat binavkirin.

Di 15’ê Sibata 1999’an de dema komplo li dijî Rêber APO pêk hat li hemû deverên Kurdistan, Tirkiye û cihanê gel rabû li ser piyan û herikîn qadan.

Jinên ku wê demê zarok bûn û ji tiştên hatin jiyîn bandor bûne îro di nava xebatên siyasî de cih girtine û berxwedana xwe didomînin.

Meryem Eşkara, anî ziman ku dema ew dibêje 15’ê Sibatê rojek reş û tarî tê bîra wê.

Meryem, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dema bi komployek hate giritin, tiştên hatin jiyîn bandorek mezin lê kiriye.

”Berxwedan û têkoşîna gel li dijî komployê didome”

Fatma Tunç jî ku dema komplo pêk hat 16 salî bû, diyar kir ku dema Komplo çêbû hemû gelên Tirkiyê û cihanê rabûn li ser piyan û çalakî li dar xistin.

Fatma anî ziman ku heya niha berxwedan û têkoşîna gel dewam dike.

Back to top button