Hîwa Omer: Erkê her mirovekê ye ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê bixebite

Piştigirya bi kampanya derxistina PKK’ê ji nava ‘lîsteya terorê’ li başûrê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Siyasetmedar, Çalakvan û parlementeran dibêjin PKK ji bo azadî, demorkasî û rizgariya gelê Kurd têdikoşe û divê ji lîsteyê bê derxistin.

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li seranserî Cîhanê deng vedaye. Bi piştgiriyan kampanya roj bi roj mezin dibe.

Piştgiriya li başûrê Kurdistanê jî her diçe zêde dibe.

Derbarê mijarê de çalakvanê Hîwa Omer axivî û diyar kir ku xistina PKK’ê di nava lîsteya terorê de tê wateya çewsandina îradeya gelê Kurd.

Hîwa Omer da zanîn ku derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ karê her mirovekê ye û erka aliyên siyasî jî û got:

“Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, wê berxwedana neteweyî berdewam bike.”

Çavdêrê Siyasî Hejar Mehmûd jî piştgiriya xwe ji bo kampanyayê anî ziman û got:

“Welatiyên Herêma Kurdistanê piştgiriya kampanyayê dikin, lê berovajî desthilata Herêma Kurdistanê bi taybetÎ PDK, ji bo berjewendiyên xwe tevdigere.

Hejar Mehmûd diyar kir ku divê li hundir û derveyî Kurdistan lobiyek were avakirin, da ku zextê li Amerîka bike, heta ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derbixe.

Rizgar Mihemed: Nabe Tevgereke Azadî û Demokrasiyê bixin lîsta terorê

Parlamenterê Tevgera Goran Rizgar Mihemed jî bi heman armancê axivî û wiha got:

“Nabe tevgereke azadî, demokrasî û rizgariya gel bixin ‘lîsteya terorê’. Lewma divê her kes ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê bixebite.

Mamosteyên Şengalê: Yê ku me ji komkujiyan xilas kir PKK’ê bû

Mamosteyên Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya li Şengalê jî derbarê mijarê de nêrîn xwe anîn ziman.

Mamoste Nayîf Xelef bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û wiha got:

“Em weke gelê Şengalê, civaka Êzdî vê tecrîdê şermezar dikin, em bang li hemû hêzên berpirsyar dikin ku vê tecrîdê rakin.”

Nayîf Xelef îşaret bi kampanyaya derxistina PKK’ê ji nava lîsteyê kir û da zanîn ku PKK’ê rêxistineke doza mafê gelê xwe dike û wiha got. “Ev lîste rûreşiya hemû dewletan e.”

Xelef fermana 2014’an bibîrxist û diyar kir ku yê civaka Şengalê ji DAIŞ’ê xilas kir û rê li ber qetlîaman girt berxwedana gerîlayên PKK’ê bû.

Mamoste Xanim Cirdo jî bal kişand ser fikrê Rêber Ocelan û anî ziman ku rêbertî miroveke ku li azadiya hemû mirovahiyê digere û got: Ev tecrîd li ser hemû mirovahiyê û bi taybetî li ser civaka Êzidî ye.”

Back to top button