Li Başûrê Kurdistanê merasîmên şehîdên Hesekê bi dawî bû

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê ji bo 121 şehîdên berxwedana Hesekê ji bo 2 rojan merasîmek lidarxist. Merasîm îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di nava du rojan de gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û nûnerên partiyên siyasî yên Başûr û malbatên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Beşdaran piştevaniya xwe bi berxwedana gelê Rojava re nîşandan.

Li ser navê nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr Nûrşen Hesen daxuyanî da.

Nûrşen Hesen destpêkê di şexsê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û berxwedana gel ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha got.

“Êrişa Hesekê pilaneke qirêj û pir alî ye, taybet destê Tirkiyê di nav de heye.

Berxwedana QSD’ê û gel ev pilan têk bir.

Nûrşen Hesen anî ziman ku ji ber heta niha ev pirsgirêka DAIŞ’ê çareser nebûye, ji bo wê DAIŞ êrişî xwe didomîne.

Back to top button