Li ser sînorê Yunanistan-Tirkiyê cenazeyê 7 koçberên din hate dîtin

Duh serê sibehê li ser sînorê Yunanistan-Tirkiyê cenazeyê 12 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin, hatibû dîtin. Duh bi şev jî li ser heman sînorî, cenazeyê 7 koçberên din hate dîtin.

Hat diyarkirin 12 koçber hemû ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Duh bi şev jî cenazeyê 7 koçberan li ser heman sînorî hat dîtin.

Ji duh ve 19 koçberên ku dixwestin berê xwe bidin Ewrupayê, jiyana xwe ji dest dan.

Heya niha nasnameya koçberan nehatine eşkerekirin.

Back to top button