Li bajarê Kyoto bi hezaran Japonî beşdarî pîrozbahiya Setsubunê bûn

Li Japonya festîvala Setsubun careke din bi awayekî girseyî hate lidarxistin.
Di festîvala li bajarê Kyoto hate lidarxistin de, bisedan Jeponî amade bûn.

Festîvala Setsubun despêka Sibatê pêk tê.

Pîrozbahiyên herî balkêş yên festîvalê jî di 3’ê Sibatê de pêk tê.

Ji bo pîrozbahiya festîvalê bi sedan Japonî jî amade dibin.

Pirozbahî li perestgeha Rozanji pêk hat.

Setsubun tê wateya ‘parçekirina demsalan’ û cejn ji bo nîşankirina dawiya zivistanê û destpêka biharê ye.

Di 3’ê Sibatê de her sal şahiyên Setsubun pêk tên, ya herî girîng dansa Onî ye.

Dansa Onî sê cinan li ser dikê vedihewîne ku çîrokek kevneşopî ji temaşekeran re pêşkêş dikin.

Ev pîrozbahî ji 859 û heta niha ve tên kirin.

Di nava rewşên normal de salane nêzî 500 hezar kes di dema festîvalê de beşdar dibin.

Back to top button