Di nava 2 rojan de 19 koçber li sînorê Tirkiye-Yunan ji serma mirin

Cenazeyê 12 koçberên ku dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yunanistanê bibin, di navbera sinorê her du welatan hatibû dîtin. Duh bi şev jî li ser heman sînor, cenazeyê 7 koçberan hate dîtin.

Duh serê siharê li ser sînorê Yunanistan-Tirkiyeyê cenazeyê 12 koçberên ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin, hatibû dîtin.

Tê gotin koçber hemû ji sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Duh bi şev jî cenazeyê 7 koçberan li ser heman sînor hate dîtin.

Bi vî awayî ji duh ve 19 koçberên ku dixwestin ber bi welatên Ewrupayê ve biçin, jiyana xwe ji dest dan.

Heya niha derbarê nasnameya koçberan de, ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

Krîza koçberan di nava sala 2021’an deng veda.

Di nava salê de, bi rêyên neqanûnî 195 hezar koçber derbasî YE bûn.

Ev rêje li gorî sala 2020’an ji sedî 57 zêde bû.

Back to top button