Îsraîl û Bahreynê peymanek hevkariya leşkerî îmze kir

Îsraîl hewil dide danûstandinên xwe yên li gel welatên Ereban baş bike.
Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz peymanek hevkariya leşkerî bi Behreynê re îmze kir.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz duh bi Behreynê re peymanek îmze kir.

Peyman têkildarî hevkariyê di warên îstîxbaratî û kirîna amûran û perwerdeyê de ye.

Ji dema normalîzekirina têkiliyan ve ango bêtirî salekê ye, ev yekemîn car ku Îsraîl bi welatekî kendavê re peymanekê pêk tîne.

Benny Gantz diyar kir ku ev peymana lihevkirinê têkiliyên her du welatan ber bi “Asoyên nû” ve pêş dixe.

Gantz di daxuyaniyê de wiha dom kir: “Salekê piştî îmzekirina peymanên normalîzekirinê, me peymanek girîng a parastinê ji bo ewlehiya her du welatan û aramiya herêmê îmze kir.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Gantz roja çarşemê di yekemîn seredana xwe ya fermî de bo Behreynê gihaşt Menamê.

Back to top button