Dagirkeran gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êrişî gundên Şera a Efrînê kirin. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi êvarê gundên Meranaz, Şiwarxa û Irşadiyê yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.

Di encama topbarana li ser gundên Meranazê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Hat diyar kirin rewşa du leşkeran giran e.

Hat ragihandin dagirkeran 23 gule li van gundan xistine.

Li aliyê din îro balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê bajarê Qamişlo geriyan.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker gundên Şalê, Xirbet Şalê û bendava Şehbayê bi obîsan topbaran kir.

Di encamê de ziyanên mezin gihiştin dibistana seretayî ya gund.

Back to top button