Rîma Îsa: Berpirsyarên bûyerên li Girtîgeha Sînaa dewletên cîhanê ne

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku armanca êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bû. Rîma diyar kir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa, Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê encama têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê ye.

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê 20’ê Çileyê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê kirin da ku girtiyên xwe birevînin.

Ji aliyekî ve jî ji destpêka êrişan heya roja îro jî dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsa, Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê êrişan pêk tîne.

Derbarê mijarê de, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa axivî.

Rîma Îsa got: Rêvberiya Xweser her dem bang li civaka navneteweyî dikir ku dadgehek navneteweyî were lidarxistin lê mixabin bêdengiyek hebû.

Ev bûyer di encama paşguhkirina dewletên navneteweyî ya ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê de çêbû.

Li aliyekî din hemwextî van êrişan, dewleta Tirk a dagirker êrişan li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk anî ev jî îsbat dike ku destên hin aliyan di van êrişan de heye.

Rîma Îsa: Dayikên Hesekê di serketina operasyona Gurzê Gelan de xwedî roleke girîng bûn

Rîma teqez kir ku QSD`ê destanên lehengiyê nivîsandine û bi piştgirya dayikên Hesekê operasyona Gurzê Gelan bi ser xistine û wiha anî ziman:

Hebûna Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên ku hatine bi desxistin bi saya lehengiya QSD’ê ye.

Lewma di bûyera Hesekê de bi pêşengiya dayikên Hesekê jin, ciwan û kesên temen mezin çek hilgirtin û taxa xwe parastin da ku piştgirî bidin şervanan.

Rîma Îsa: Dewleta tirk bi riya êrişan dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa dibêje:

Dewleta Tirk binkeftina DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sînaa tehemul nekir, ji ber vê yekê bi balafiran Bakur û Rojhilatê Sûriye, Mexmûr û Şengalê bombebaran kir.

Bi riya êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe

Back to top button