Sekreterê NATO Stoltenberg wê bibe serokê banka giştî ya Norwecê

Erkê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg wê di meha Cotmehê de bidayî bibe.
Karê nû yê Stoltenberg jî serokatiya Banka Giştî ya Norveçê ye.

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg piştî ku peywira wî di meha Cotmehê de bi dawî bibe, wê bibe Serokê Banka Navendî ya Norwêcê.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Banka Navendî ya Norwêcê serokê xwe yê nû diyar kiriye.

Bankê diyar kiriye ku piştî erkê Stoltenberg yê li NATO bi dawî bû ewê bibe serokê Banka Navendî ya Norwecê.

Stoltenberg, ku aborînas e, di navbera 2000-2001’an de serokwezîrê Norwêcê bû.

Di heman demê de, Stoltenberg berê wezîrê darayî yê Norwêcê bû.

Kesê ku dê Serokatiya Banka Norwêcê bidest bixe, wê berpirsiyarê çavdêriya fonê dewlemendiya serwerî ya bihêz a Norwêcê be ku jî malyeta wê ya 1 trîlyon û 400 milyar dolarî ya herî mezin e li cîhanê be.

Ji 1’ê Cotmeha 2014’an ve Stoltenberg erkê Sekreterê Giştî yê NATO yê dike.

Back to top button