Li Bexdayê welatî daketin qadan û xwestin namzetiya Zêbarî were redkirin

Bertekên li dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’ê a ji bo serokkomariya Iraqê zêde dibin. Li dijî vê yekê îro li Bexdayê xwepêşandanek hate li darxistin.

Parlamentoya Iraqê dê di 7’ê Sibatê de ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê yê nû kom bibe.

Îro carek din li Qada Tehrîr ya Bexdayê li dijî namzetê PDK yê ji bo serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî, xwepêşandanek hate lidarxistin.

Çalakvanan xwestin namzetiya Hoşyar Zêbarî ji ber gendeliya ku li ser hatiye îspatkirin were redkirin.

Gelek welatî ku tevlî çalakiyê bûn, diyarkirin ku ew naxwazin kesek weke Hoşyar Zêbarî bibe serokkomar.

Xwepêşanderan ragihandin ku divê Hoşyar Zêbarî li şûna koşka serokkomartiyê, di girtîgehê de be.

Back to top button