Barzanî roj bi roj helwesta xwe ya hevpar li gel Tirkiyê îsbat dike

“Sekna Barzaniyan ya li Bakurê Iraqê pir pir cûdaye.” Bi van gotinan Receb Teyib Erdogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de spasiya Barzaniyan kir..Spasiya wî jî ji ber piştgiriya PDK’ê û Barzaniyan a ji bo komkujiyên dewleta Tirk ên dijî Kurdan bû.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya ji Ukraynayê di balafirê de bersiva pirsên ajansa fermî ya dewletê da.

Erdogan behsa serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê û hevdîtina li gel wî kir.

Erdogan diyar kir ku Li Iraqê û Bakurê Iraqê helwesta Barzaniyan ji her demê zêdetir cûdatir e û got :

“Bi vê helwesta xwe niha zêdetir bi Tirkiyeyê re di nava hevbeşî û piştgiriyê de ne.

Wê bi hilbijartina serokkomariyê ya Iraqê re pêvajoyeke nû li Iraqê destpê bike.”

Erdogan di dewama axaftina xwede careke din pesnê Nêçîrvan Barzanî dide û wiha bi dawî kir:

“Dostaniya me ya li gel Nêçîrvan Barzanî gelek gelek cûdaye û hiqûqa navbera me de di asta herî jor de ye.

Ew jî gotiye ew çawa bizivire wê ji bo gaza xwezayî tişta ji destê wî were bike.”

Back to top button