Mihemed Berkel: Ev”lihevkirin” nakeve xizmeta gel de

Cîgirê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel idîayên hikûmeta Şamê yên bi navê ”lihevkirin” red kir. 

Mihemed Berkel got: ”Hikûmeta Şamê dixwaze bide nîşan ku Sûriyê ketiye bin kontrola wî.

Ji ber wê xwe dispêre van idîayên bi navê ”lihevkirin. Gelê me van lihevkirinan red dike.”

Mihemed Berkel balkişand ser diyaloga sûrî-sûrî û ev tişt anî ziman: ”Em ji berê de li welat in.

Bakur û Rojhilatê Sûrî beşek ji Sûriyê ye û rewş li van herêman aram e.

Pêwîstiya me bi lihevkirinan nîn e, pêwîstiya me bi lihevkirineke berfireh heye.

Eger hikûmet li ser wê mijarê cidî ye bila rê li ber diyalogê veke û bi her kesî re diyalogê bike.”

Dawiyê Mihemed bang li gel kir ku van ”lihevkirinan” qebûl nekin ji ber ku xizmeta gel nake.

Back to top button