50 endamên Kongresê bang li Biden kirin: Balafirên F-16 nefroşin dewleta Tirk

Beşeke girîng ji kongres û senatoya Amerîkayê li dijî wê yekê ye ku Qesra Spî firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyê erê bike. Bi vê armancê bêtirî 50 endamên Kongresê nameyek ji rêveberiya Biden re şandin û xwestin daxwaza firotina balafiran were rawestandin.

Bêtirî 50 endamên kongresa Amerîkayê ji herdû parastiyan, Demokrat û Komarger, li dijî hewldana firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê nerazîbûn nîşan dan.

Ev endam zextan li rêveberiyê dikin da ku daxwaza Enqerê ya kirîna balafiran asteng bikin.

Bi vê armancê nameyeke ji wezartên parastin û karê derve re şandin.

Di nameyê de endamênm Kongresê balê dikşînin ser vana xalan:

Em bang li wezîrê karê derve Antony Blinken û wezîrê Parastinê Lloyd Austin dikin;

Daxwaza Tirkiyê ya nûkirina balafirên F-16 red bikin.

Serokê rêjîma Tirkiyê Erdogan li hundir û qada navneteweyê mafan binpê dike û bi tevgerên xwe ên provokatîk aramiyê têk dibe.

Ji ber vê yekê nabe ku Amerîka destekê bide Erdogan.

Divê were zanîn ku bi cezayên aborî û zextên dîplomatîk Erdogan wê dest ji hewldanên xwe ên xerab bernede.

Bi salane Tirkiyê sûcên şer dike.

Mînaka vê yekê jî êrişên li dijî Iraq, Sûrî û Qerebaxê bûn.

Me dît bê çawa artêşa Tirk nexweşxane û dibistanan bombardiman dike.

Hukûmeta Erdogan ti rêzê nîşanî mafê mirovan û azadiya ragigandinê nake.

Ji ber vê yekê, heta Erdogan êrişên xwe bidawî neke, nabe ku Amerîka ti alîkariyê bide artêşa Tirk.

Back to top button