Ciwanên ku doh di meşa Silêmaniyê de hatin biçavkirin heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Doh li dij êrişên Tirkiyê û komploya 15’ê sibatê li Silêmaniyê meş hebû.
Li wir 4 ciwanên endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hatin binçavkirin.
Asayîşa Silêmaniyê bi behaneya nebûna dewamê derbarê çarenivîsa ciwanan de ti agahî nade.
Komeleya Ciwanên Welatparêz diyar kir ku asayîşê li endamên wan xistine û ew êşkence kirine.
Her wiha anî ziman ku selametiya endamên xwe dixin stûyê asayîşa Silêmaniyê û daxwaz kir di zûtirîn dem de werin berdan.