Serokkomarê Iraqê banga yekîtiyê li aliyên siyasî kir

Bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê ên Iraqê, Serokkomar Berhem Salih banga yekîtiyê kir. Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm, jî daxwaz kir kesên ji bo serokkomarî û serokwezîrtiyê werin hilbijartin kesên serbixwebin.

Wê 7’ê Sibatê hilbijartinên serokkomariyê ên Iraqê were lidarxistin. Ji ber vê yekê jî ev demeke amadekarî, nerazîbûn û niqaş berdewan dikin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê rewşa niha ya Iraqê de daxuyaniyek weşand.

Salih bang li hemû aliyên siyasî ên Iraqê kir ku rewşa welat bibînin û di nava yekîtiyê de tevbigerin.

Salih anî ziman ku qonaxa bê ya serokkomar û hikumeta nû, divê bala xwe bide ser biryara serbixwe ya netewî û ewlehiya civakê.

Emar Hekîm: Serokkomar û serokwezîrê nû divê kesên serbixwe be

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm jî di merasîma roja şehîdên Iraqê de axivî û helwesta xwe ya li ser hilbijartina serokkomar û serokwezîrê nû yê Iraqê eşkere kir.

Emar Hekîm, hilbijartina serokkomar û serkwezîrek nû ji bo Iraqê weke gaveke girîng pênase kir û daxwaz kir kesên ji bo serokkomarî û serokwezîrtiyê werin hilbijartin kesên serbixwebin.

Hekîm xwest, serokkomarê ku were hilbijartin bikare biryaran bide û desturê li dûrî zextên siyasî û hizbî bi cih bîne

Tevgera Sedir: Em ê civîna ji bo hilbijartina serokkomar boykot bikin

Serokê Koma Sedir li Parlementoya Iraqê Hesen Ezarî jî derbarê mijarê de axivî.

Ezarî di civîneke çapemeniyê de got: Bi fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, Koma Sedir biryar da danûstandinên li gel hemû aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikumeta nû werin rawestandin.

Her wiha biryara tevlî civîna parlementoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar nebin da.

Duh jî Serokê Tevgera Sadir, Muqteda Sedir têkildarî namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokomariya Iraqê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got: Heger namzedê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên Serokkomariyê be, ez daxwaz ji parlemanterên reformxwaz dikim deng nedin wî.

Back to top button