Komîteya azadî ji Ocalan re li Silêmaniyê banga tevlêbûna çalakiyan kir

Komîteya Azadî ji Ocalan re bi nêzbûna salvegera komploya navnetewî ya li hember rêber Apo, li Parka Azadî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê eşkere kir ku ew ê rêzeçalakiyan li dar bixin û banga tevlêbûnê li Kurdistaniyan kir.

Komîteya Azadî ji Ocalan re, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi rasthatina 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, dest bi rêzeçalakiyan bikin..

Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re Mihemed Bekir daxuyanî da û got:

“Çend rojên din 23’yemîn salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Ocalan e û weke Komîteya Azadî ji Ocalan re em ê di nava çend rojan de çend çalakiyan lidar bixin.”

Mihemed Bekir anî ziman ku komplo di kesayetiya Rêber Ocalan de tevahiya gelên herêmê bûn hedef…

Mihemed Bekir di dawiyê de ev bang kir: ” Em bang li tevahî gelê xwe û azadîxwazan dikin ku xebat û çalakiyan bikin û vê roja reş şermezar û mehkûm bikin.”

Back to top button