Mamoste û çalakvanên Hewremanê : PKK hêzeke netewî û şoreşger e divê ji lîstê bê derxistin

Ji başûrê kurdistanê ji bo derxistina navê PKK ji lîsteya terorê bang tên kirin. Mamosta û çalakvanên herêma Hewreman dibêjin ‘Ji bo têkbirina doza rewa ya Kurd PKK xistine ‘lîsteya terorê’ û divê jê were derxistin.

Kampanya derxistina PKK’ê ji nava ‘lîsteya terorê’ li başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe.

Serokê Rêxistina Şinrowî ya Kakayî Asî Kakeyî derbarê derxistina PKK’ê ji ‘lîste terorê’ ji Rojnews re axivî.

Asî Kakeyî diyar kir ku PKK hêzekî şoreşger a kurd û di tekoşîna li DAIŞ’ê de li başûrê Kurdistanê xwedî rolek bandor bû û wiha got:

“Welatên cîhanê bi xwe jî dizanin ku PKK ne terorîste lê ji bo berjewendiyê xwe ew xistine vê lîsteyê.

Divê ji vê lîsteyê were derxistin.”

Her wiha Mamoste Şelaw Mehmûd jî li ser mijarê axivî û diyar kir xistina PKK ya di nava lîsteya terorê de û komploya li dijî Rêber Apo yek projeye û heta niha ev komplo berdewame.

Şelaw Mehmûd da zanîn ji bo lêdana doza kurd PKK’ê xistine lîsteya terorê û got: “Divê PKK li lîsteya terorê de bê derxistin.”

Back to top button