Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya salane lidarxist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a şaxê herêma Firatê li Kobanê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku armaca lidarxistina civînê, peyameke li dijî êrişên li ser şoreşê ye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Firatê, bi amadebûna endam û rêveberên tevgerê, civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xist.

Civîn bi amadebûna 180 delegeyên bajarok û gundên herêmê pêk hat.

Di destpêka civînê de rapora salane hate xwendin.

Piştre, rewşa siyasî ya herêmê, rewşa rêxistinî ya ciwanan û xebatên sala borî hatin nîqaşkirin.

Her wiha sînevîzyonek li ser perspektîfên rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Beşdaran di nirxandinên xwe de dan zanîn ku civîna salane ya ciwanan, peyamek e ji bo aliyên ku şoreşê dikin hedef..

Di civînê de ji bo xebatên dema pêş gelek pêşinyar hatin kirin û plansazî hat derxistin.

Civîn bi dirûşmeya bi bijî serok APO bi dawî bû.

Back to top button