Eyşe Hiso: Divê koalîsyon helwesta xwe li hember êrişên Tirkiyê zelal bike

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku helwesta xwe li hemberî dewleta Tirk û desteka wê ji çeteyên DAIŞ’ê re zelal bike. Eyşe Hiso diyar kir ku plana Daiş’ê û dewleta Tirk ya êrişa li ser herêmê têk çû.

Hemwextî têkbirina êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh bi balafirên şer û bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê pêk anîn.

Têkildarî mijarê, Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso nirxandin kir.

Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got:

Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin, ew fedekarî dê di rûpelên dîrokî de werin nivîsandin ku lehengan cîhan ji teror û tundrawiyê rizgar kir.

Li ser xeteriya vegera DAIŞ’ê jî Eyşe Hiso diyar kir ku xeterî ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê dê li ser tevahî cîhanê be û wiha anî ziman:

Hemwextî ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dewleta Tirk careke din li Mexmûr, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc kirin.

Hevseroka PYD’ê dibêje: Dewleta Tirk bi van sûcan dixwaze dîrokên biêş ên gelê Kurd di çarçoveya şerê derûnî ya derbekirina îstîqrara herêmên me de nûjen bike.

Eyşe Hiso: Li gel me belge hene ku destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re îsbat dikin

Têkildarî helwesta Koalîsyona Navneteweyî ji van bûyeran Eyşe Hiso wiha anî ziman:

Em amade ne belgeyan bînin ku dewleta Tirk yekser li pey êrişên çeteyên DAIŞ’ê û çalakiyên wan in.

Gelo wê demê koalîsyon dikare helwesta xwe li hember dewleta Tirk nîşan bide? Em vê yekê nizanin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso wiha dawî li gotina xwe anî:

Hemû pêkhateyan di tengiyê de hev girtin, li gorî berpirsyartiyê destek dan hêzên ku nûnertiya wan dikin.

Rizgrakirina herêmên dagirkirî di armancên wan hêzên ên sereke de ne.

Back to top button