KCDK-Ewropayê ji bo meşa dirêj a li Frankfurtê banga tevlîbûnê kir

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo banga tevlîbûna meşa dirêj kir Hevseroka Giştî ya partiya DBP’ê Saliha Aydenîz jî anî ziman ku komploya navneteweyî bi tecrîda li ser Ocalan tê dewamkirin.

Salvegera komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku 15’ê Sibata 1999’an pêk hat dikeve sala 23’an.

Ji bo şermezarkirina komployê, di serî de li Kurdistanê, Ewropa û seranserê cihanê çalakî têne lidarxistin.

Yek ji wan çalakiyan meşa dirêj a li Ewropayê yê.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)têkildarî meşa ku wê sibê destpêbike daxuyaniyek da û ev agahî parvekir:

”150 enternasyonalîst, nûçegihan, hunermend, anarşîst û şexsiyet ên ku ji her devera cîhanê seferber bûne, wê weke baskekî meşa dirêj ku wê ji Frankfûrtê dest pê bike, bi rengê ku 12’ê Sibatê li Strasboûrg a Fransayê bin dest bi meşa dirêj bikin.

Baskê duyan ku ji ciwanan pêk tê, 6’ê Sibatê ji bajarê Baselê yê Swîsreyê heta bi Strasboûrgê ya Fransayê bimeşin û 12’ê Sibatê ew û baskê enternasyonal bigihijin hev.”

KCDK-Ewropayê diyar kir di sala 23’yan a komploya navnetewî de, pêngava ji Rêber Apo re azadî, wê komployê têk bibe û got:

“Seferberbûna li meşa ku wê 3 rojan bidome ji bo pûçkirina komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo xwedî roleke girîng be”

KCDK-Ewropayê di dawî de bang li Kurdistanî, demokrat, şoreşger, femînîst, ekolojîst, dilxwazên azadî û demokrasiyê kir ku bi rihê seferberiyê tevlî meşê bibin.

Salîha Aydenîz: Bi tecrîdkirina Ocalan re komploya navneteweyî dewam dike

Li aliyê din xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên ji bo 6’emîn Kongreya Awarte ku dê di 27’ê sibatê de were lidarxistin, dewam dikin

Di çarçoveya xebatan de îro li Sûr a Amedê civînek hat lidarxistin.

di civînê de, gelek kes amade bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di hevdîtina amadekariya kongreyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan û tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo.

Saliha Aydenîz diyar kir desthilata AKP’ê ku êdî nikare xwe li ser pêyan bigire, bi dijminatiya kurdan hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Saliha Aydenîz got, Bi vê sedemê jî tecrîda li ser Îmraliyê girantir dikin.

Ji ber ku birêz Ocalan ji bo pirsgirêkan pêşniyaran dike, hewl didin dengê wî qut bikin.

Komplo, niha jî bi tecrîdê tê domandin.”

Back to top button