LEYLA GUVEN 195 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

195 Roj in li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan Leyla Guven li ber xwe dide. Tevî Leyla Guven, bi hezaran girtiyên di grevê de jî bi israr çalakiya xwe didomînin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê, diyar kir ku êdî girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş talûke ye.
Her wiha anî ziman ku şertên vê girtîgehê ji yên girtîgehên din girantir e. Li gel grevên birçîbûnê yên heyî jî, rojiya mirinê ya 30 girtiyan bi israr li dar e.

Li kurdistanê dirêjtirîn greva birçîbûnê a bi pêşnegiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku hatiye despêkirin dewam dike.

Çalakiya Guven ku 8’ê Mijdara 2018’an despêkirî di roja xwe ya 195 an de ye.

Çalakiya koma despêkê ya li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 157’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî di roja 82’emîn de dewam dike.

ÎHD: ŞERTÊN GIRTÎGEHA TÎPA “R” A MENEMENÊ JI BO GIRTIYAN PIR GIRAN IN

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê Zafer Încîn, anî ziman ku kesên di grevê de rewşa wan hatiye sînorê krîtîk û wiha dewam kir:

“Girtîgeha Tîpa R a Menemenê êdî ji bo girtiyên nexweş talûke ye.

Încîn, anî ziman ku şertên vê girtîgehê ji yên girtîgehên din girantir e.

Divê ev daxwazên wan ên rewa û mafdar bêyî dem bê windakirin bidin wan.”

BERXWEDANA LI DERVEYÎ ZINDANAN JÎ DEWAM DIKE

Tevî çalakgerên li girtîgehan, çalakgerên li derveyî girtîgehan jî greva birçîbûnê bi israr didomînin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya Sedat Akin 135

Gurbet Ektîren 126,

Mahsun Şen 137

Mûrat Aksin 68,

Semra Alkan 135,

Hiznî Kilinç 81,

Û Îhsan Sinmiş ê 84 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê didomin.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN BI BIRYAR LI DAR E

Li gel çalakiyên grevê, rojiya mirinê ya her du koman ku ji 30 çalakgeran pêk tê, bi biryar lidarin.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê ku ji aliyê koma yekemîn ya 30’ê Nîsanê despêkirî di roja 22 an de ye.

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên ku di 10’ê Gulanê de dest pê kir, ev 11 roj in dewam dike.

Yekemîn çalakiya rojiya Mirinê ku li derve hatî despêkirin ya Merwan Memduh Ozdemîr a li Silêmaniyê ye.

Îro çalakiya Merwan jî di roja 8’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button