Zelal Ceger: Pilan û êrişên li dijî herêmê têkoşîna me ranawestînin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê, îro 4. kongrya xwe li Rimêlan, li dar xist.
Hevserokên TEV-DEM’ê diyar kirin ku bi kuştina serçeteyê DAIŞ’ê, teror li herêmê bi dawî nabe, divê hesab ji piştevanên wan were xwestin û gotin: “Pilan û êrîşên li ser herêmê têkoşîna me ya azadiyê ranawestîne.”

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê di bin dirûşmeya “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk pêş dikeve”, 4. Kongreya xwe li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan, li dar xist.

Di kongreyê de 400 delege ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê, partî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Rûspiyan ên Ereb û Kurd, rêxistinên ciwan û jinan û rêxistinên civaka sivîl, amade bûn.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevserokên TEV-DEM’ê Xerîb Hiso û Zelal Ceger ve hat kirin.

Zelal Ceger şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û got:

“Kengî gelê me serkeftinê pêk bîne, dijmin êrişî me dike, dixwaze vîna gelê me bişkîne û şoreşa me ya demokratîk têk bibe.

Serkeftina li Hesekê jî, ji cîhanê re careke din isbat kir ku êrîş û planên li dijî herêmê têkoşîna me ya azadiyê û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê, ranawestîne.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku TEV-DEM di 11 salan de têkoşiya û roleke mezin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst, xwe gihand hemû gelên herêmê.

Zelal Ceger kongere diyarî giyanê şehîdên Hesekê kir.

Xerîb Hiso: Bi kuştina serçeteyê DAIŞ’ê teror bi dawî nabe

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî anî ziman ku civaka navneteweyî heta niha dosyaya terorê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser nekiriye, û wiha got,

“Bi kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El-Qureyşî teror bi dawî nabe, divê hesab ji aliyên ku piştgiriya van koman dikin were xwestin û çavkaniya terorê were tinekirin.

Berxwedana gel û şervanan di Pêngava Gurzê Gelan de ji bo herêmê pêvajoya serkeftineke nû ye.”

Hiso da xuyakirin ku TEV-DEM’ê bi her awayî hewl da ku pirsgirêkên li herêmê derdikevin çareser bike û wê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin.

Back to top button