Ihsan Şiblî: Gelê me xwedî dîrokeke berxwedanê ye

Di kongreya TEV-DEM’ê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û QSD’ê jî axaftin hatin kirin. Hate gotin ku girînge li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî gel xwe bi rêxistin bike.

Di 4’emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îhsan Şiblî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivîn.

Îhsan Şiblî îşaret bi dîroka komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn kir û got:

“DewletaTirk a dagirker hemû cureyên terorê li dijî gelê herêmê pêk tîne da ku gelan tune bike û herêmê dagir bike.

Lê bi berxwedana gelê xwe û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî û ewlehiyê, me ji cîhanê re careke din îsbat kir ku em gelek xwedî vîn û dîrokeke berxwedanê ne.”

Hemdan El Ebid: Em parastina tevahî mirovahiyê dikin

Berdevkê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser înkarkirin û qirkirina gelan ava bûye û vê siyasetê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, lê ew jî parastina tevahiya mirovahiyê dikin.

Remziye Mihemed: Divê li dijî komplo û êrişan têkoşîn bê mezinkirin

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember hemû êrişan û komployan û pêwîstiya tunekirina gendeliyê di nav saziyên Rêveberiya Xweser de destnîşan kir.

Nûrî Mehmûd: Divê gelê me xwe li ser esasê şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike

Berdevkê Yeknîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî bal kişand ser Pêngava Gurzê Gelan a li dijî êrişa li ser girtîgeha Sînaa û got: “Bi berxwedana hêz û gelê xwe, me êriş şikand.

Divê gelê me xwe li ser esasê şerê gelê şoreşgerî, bi rêxistin bike.”

Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku rola TEV-DEM’ê di pêşxistina çanda civakî de mezin e, ji ber wê ev kongre ji bo serxistina şerê gelê şoreşgerî û têkbirina hemû planên dagirkeriyê gelekî girîng e.

Back to top button