Von der Leyen: Eger Rûsya êriş bike, wê berdêleke giran bide

Ji roja destpêkirina aloziya Ukraine, hêzên Rojavayî û Rûsya gefên devkî lihev dixwun. Welatên rojava zimanê cezakirinê nîşanî Mosko didin, Rûsiya jî daxwaz dike ku NATO xwe ji herêmê dûr bixe. Herî dawî, Seroka Komîsyona Ewrûpayê Von der Leyen hişyarî kir û got: Eger Rûsya êrişî Ukraine bike, wê berdêleke giran bide.
Amerîka jî zextê li Berlînê dike da ku çek û alavên leşkerî bide Kievê..
Di nava vê aloziyê de, lîderên Fransa û Almanya amadekariyan dikin ku serdana Ukraine û Rûsyayê bikin.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Von der Leyen têkildarî aloziya Ukraine, ji Euro Newsê re axivî.

Von der Leyne careke din hişyar kir ku eger Rûsya êrişî Ukraine bike, wê bêrdeleke giran bide û wiha got: “Eger hat û senaryoya xerab pêk were, wê Mosko fatureyeke giran bide. Li hemberî êrişeke muhtemel, Yekîtiya Ewrûpayê amadekariya cezayên giran kirine.

Di vê pakêtê de cezayên aborî hene. Êdî wê pêdiviyên bingehîn û teknolojîk werin bisînorkirin.

Piştî vê daxuyaniya seroka Komîsyona Ewrûpayê, serokdewletê Hungariya Vîktor Orban îdîa kir ku cezayên Ewrûpa behsê dike, bê fêde ne û wê ti bandorê li Mosko neke.

Di vê navberê de piştî Amerîka û Brîtanyayê, Ukraine daxwaza şandina alavên leşkerî li Almanyayê jî kiribû.

Lê rêveberiya Berlînê bersiva erênî nedabû.

Li hemberî vê hem hêzên muxalefeta Alman û hem jî Amerîka zextên li hukûmeta Berlînê dikin da ku biryara xwe careke din di ber çavan der derbas bike.

Macron û Scholz diçin serdana Mosko û Kiev

Di nava vê rewşa aloz de hê jî hin aliyên Ewrûpayê hewl didin bi rêyên dîplomatîk pêşî li şerê mezin bigrin,.

Bi vê armancê wê serokê Fransa Macron û Serokwezîrê Almanyayê Scholz biçin serdana Rûsya û Ukraine.

Macron sibe wê bi serokê Rûsyayê Pûtîn re hevdîtinê pêk bîne û paşê wê derbasî Ukraine bibe.

Serokwezîrê Alman Olaf Scholz hefteya bê wê bi lîderên herdû welatan re kom bibe.

Back to top button