Ji Mazlûm Ebdî peyama kuştina Qureyşî

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk li pêşiya têkoşîna wan ya li dijî DAIŞ’ê dibe asteng û got: Herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirk de, bûne navendên perwerdekirina DAIŞ’ê.

Mazlûm Ebdî têkildarî kuştina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî yê li herêma Îdlib ya di bin kontrola dagirkeriya dewleta Tirk de hat kuştin, li ser hesabê xwe tê twîtterê daxuyanî da.

Ebdî di peyama xwe de îşaret bi têkoşîna wan ya li dijî DAIŞ’ê kir û got:

Hezên li wir bi DAIŞ’ê re şer nakin.

Ya rastî endamên DAIŞ’ê ji bo li dijî me û hevalbendên me, tevlî kar têne kirin.

Mazlûm Ebdî: Herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyê de bûne navendên perwerdeya DAIŞ’ê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê balkişand li ser herêma ku serçeteyên DAIŞ’ê lê hatî kuştin û wiha dibêje:

Kuştina El Qureyşî û Bexdadî li herêmên derveyî kontrola QSD’ê didin diyarkirin ku DAIŞ ji derve piştevanî û parastinê digre.

Li wan cihan, ji bo koman kampên perwerdê têne dayîn.

Careke din van bi navên “komên mixalîf” yan jî “berxwedêrên navûdeng” têne binavkirin.

Back to top button