Dagirkeran gundên Şehba û Minbicê topbaran kir

Weke her roj îro jî êriş li ser herêmê hebûn. Dewleta Tirk û çeteyên xwe gundên Şehbayê û Minbijê bi dijwarî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Şale, Xirbet Şale û Bêlûniyê yên Şehbayê topbaran dike.

Heta niha derdora 20 guleyên obusan li van gundan ketine.

Der barê topbaranê ti agahî nehatin parvekirin.

Li aliyê Minbicê jî, li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand,,

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşelî, derdora gundê Um Edese yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê, yê li ser xeta çemê Sacûrê bombebaran kir.

Back to top button