Meclisa Hesekê: Ew ê di van çend rojan de alîkarî bê belavkirin

QSD’ê ji bo şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine, alîkarî şand. Meclisa Hesekê jî got ku wê ev alîkarî li şêniyên ku zêdetir zîyan dîtine were belavkirin.

QSD’ê ji bo şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê malên wan ziyan dîtin, alîkarî şand.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman spasiya QSD’ê kir ku alîkarî şandin van taxan..

Silêman anî ziman ku meclisê du kamyon alîkarî wergirtine û wê li şêniyên her du taxan belav bikin…

Silêman herwiha diyar kir ku wê di van çend rojan de, alîkarî li şêniyên her du taxan ên ku zêdetir ziyan dîtine, were belavkirin.

Back to top button