Însiyatîfa ciwanên Ereb ya Şengalê hate ragihandin

Li Şengalê ciwanên ji pêkhateya Ereb, da xwe baştir bi rêxistin bikin, , Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê ragihandin. Her wiha însîyatîfê rêziknameya xwe jî eşkere kir.

Li ser bingeha civakek exlaqî, polîtîk û têkoşîna azadiya jinê û ciwanan, ciwan û jinên ciwan ên Ereb, li gundê Medîban a Şengalê civiyan.

Di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate ragihandin.

Însiyatîf ji komîteyên çand, huner, perwerde, werzîş, ragihandin û çandiniyê pêk tê.

Di civînê de gelek endamên rêxistinên ciwanan û saziyan ên Şengalê jî amade bûn.

Li ser navê TAJÊ Riham Hicû axivî behsa girîngiya avakirina înstiyatîfê kir û got: “Ciwan damara sereke ya avakirina civakê ne. Ciwan bi hêza xwe a çalak di hemû aliyan de dikarin xwe bi rêxstin bikin.”

Endama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ruheyv Ereb jî insyatîf pîroz kir û got: “Ji ber ku Iraq ti girîngiyê nade ciwanan, pêwîstî bi gavek bi vî awayî hebû.”

Li ser navê PADÊ’ê Mihemed Ferhan Salih û li ser navê Meclîsa Gel ya Medîbanê Xidir Salih jî axavîn û avakirina însiyatîfê pîroz kirin.

Her wiha Eşîrên Ereb jî piştgirî dan îsnsiyatîfê.

Li ser navê Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan ya Êzidxanê Sara Botan axivî û balkişand ser girîngiya yekîtiya xebatên ciwanên Êzidî û Ereb.

Di dawiyê de rêziknameya insiyatîfê hat xwendin.

Çend xalên girîng yên rêziknameyê jî wiha ne:

Însîyastîf, fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re bingeh girtin.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê weke nasnameyekî rêxistinî û siyasî hildibijêre.

Ciwanên Ereb ya Şengalê YBŞ û YJŞ’ê weke hêza bingehîn ya parastina gel û herêmê dibîne.

Jinê pêşenga civakê dibîne û ji bo azadiya jin û civakê tekoşînê dimeşîne.

Mafê xwe yê parastinê li hemberî hemû êrişên ji derve ên li ser aramiya herêmê, esase digire.

Back to top button