Ciwanên Şoreşger li Dêrikê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, çalakiyek li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li dar xistin.

Beşdaran piştî mûm vêxistinê, daxuyaniyek da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Rena Hacî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava şermezarkirin û got:

Êriş hemwextî komploya 15’ê Sibatê li dijî gelê herêmê pêk hatin.

Back to top button