Piştî kuştina El-Qureyşî Silêman Soylu serdana herêmên dagirkî kir

Deverên dagirkirî, mîna ku axa Tirkiyê bin, çûnûhatina rayedarên Tirk ji bo wan ewqas hêsan e. Serdana dawî ya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Silêman Soylu jî vê yekê dupat dike. Duh Soylu serdana herêmên bakur rojavayê Sûriyê yên dagirkirî kir.
Ev serdan jî, piştî 2 rojan ji kuştina serçeteyê DAIŞ’ê pêk hat. 

Berî 4 rojan, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El Qureşî bi operasyoneke Koalisyona Navdewletî û bi hevkariya QSD’ê hat kuştin.

Ev serçete jî mîna yê berî wî, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de hat dîtin û kuştin.

Cihê ev serçete lê hatî kuştin, nîşaneya pirsê li cem gelek aliyan çêkir.

Hefteyek bi ser re derbas nebû, rayedarên Tirkiyê berê xwe dan vî cihî.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Silêman Soylu, yekser piştî kuştina serçete El Qureşî serdana deverên dagirkirî kir.

Ji xwe ev deverên dagirkirî jî mîna ku axa Tikriyê ne, çûnûhatina raydarên Tirk li wan deveran ewqas hêsan e.

Devera ku soylo çûye wir jî, tenê bi çend KM dûrî cihê kuştina serçete El Qureşî ye.

Çavkaniyên ajansa Hawarê ragihand duh Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Silêman Soylu serdana herêmên dagirkirî yên bakur-rojavayê Sûriyê kir.

Hat ragihandin ku Soylu serdana çend kamp û wargehên li gundewarên rojavayê Helebê jî kir .

Ev deverên ku Silêman Soylu serdana wan kir, di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye.

Heger sedemekE vê serdanê hebe, dilxweşkirina çeteyên Tirkiyê û yên DAIŞ’ê ye.

Ji ber ev seran yekser piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê El Qureşî pêk hat.

Soylo jî xwest sersaxiyê hem ji çeteyên xwe û hem jî yên DAIŞ’ê bixwaze.

Ev jî girêdana Tikriyê ya bi van çeteyan re û aciziya wê ji kuştina vî serçeteyî diyar dike.

Back to top button