TEV-DEM’ê di dawiya kongrê de encamnameya xwe eşkere kir.
Ji xalên encamnameyê:
-Qada civaka sivîl ku tevger xwe di nav de bi rêxistin dike, têkoşînê ji bo pêkanîna nirxan û fikrên civakî dewam bike…
-Pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de hat destnîşankirin.
-Bang hat kirin ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan, kar û xebat bê meşandin.
-Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were mezinkirin.
-Piştgiriya însiyatîfa gel a ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê bê kirin.
-Divê binesaziya rêxistinên civaka sivîl were xurtkirin û têkiliyên dîplomatîk bi rêxistin û saziyên civaka sivîl re bên avakirin.