Mistefa Mihemed: Tirkiye bi êrişan dixwaze şêniyan bide koçberkirin

Gundên derdora Eyn Îsayê jî rojane ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, tên topbarankirin.
Hevserokê Meclisa Eyn Îsayê Mistefa Mihemed û Himêdî El-Mihemed ku endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya meclisê ye li dijî êrişan nerazîbûn nîşan da.
Mistefa û Himêdî armanca van êrişan destnîşan kirin û gotin:
“Bi êrişên xwe dewleta Tirk dixwaze şêniyên herêmê bide koçberkirin”.
Û bang li civaka navneteweyî kirin ku hlwestê nîşan bidin.

Roj bêyî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser giştî deerên herêmê derbas nabe.

Eyn Îsa û gundên derdorê jî, ji deverên ku tim rastî êrişan tên.

Di van êrişan de jî sivîl dibin qurban û malên wan jî wêran dibin.

Li dijî van êrişan Hevserokê Meclisa navçeyê Mistefa Mihemed, bertek nîşan da.

Mistefa Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hîna dewam in û got: “Tirkiyê rojane depoyên li Eyn Îsa topbaran dike. Ji ber van êrişan niha depo ji xizmetê derketine. Ev êriş li pêş çavê cîhanê û hêzên qaşo garantorên agirbestê li herêmê ne pêk tê. Tevî vê jî hîna ti helwest li hember êrişan nîşan nedane.”

Mistefa Mihemed da zanîn ku Tirkiye bi wêrankirina binesaziya herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin.

Himêdî El-Mihemed: Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike

Li ser van êrişan Endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa navçeyê Himêdî El-Mihemed jî axivî.

Himêdî El-Mihemed anî ziman ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser stasyona avê ya Hîşê ew niha bêav in û got: “Em ji 2013’an bê av man, ji ber vê me av bi nirxekî bilind ji sehrîcan dikirî. Sala 2019’an Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Navçeya Eyn Îsa stasyon sererast kirin. Lê niha dîsa artêşa Tirk stasyon topbaran kiriye û stasyon ji xizmetê derketiye.”

Dawiyê jî Himêdî El-Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike, zextê li dewleta Tirk bike, da ku van sûcên xwe ku gefê li jiyana şêniyan dixwe, rawestîne.

Back to top button