Fîlîz Bûdak: Divê NY helwesta xwe zelal bike

Wargeha Mexmûrê jî tim rastî êrişên dewleta Tirk ên bi balafiran tê.
Êrişa dawî jî ya1’ê Sibatê bû ku hemwext êrişî Mexmûr, Şengal û Dêrikê kir.
Li dijî van êrişan Hevseroka Meclîsa Gel a Wargehê Fîlîz Bûdak, bang li NY kir ku li wargehê erka xwe bi cih bîne.

Fîlîz Bûdak, bibîr xist ku Kampa Mexmûrê heya niha gelek caran bi êrişan re rû bi rû maye û destnîşan kir tevî ev qas êrişan jî şêniyên wargehê dev ji berxwedan û daxwazên xwe bernedane.

Fîlîz li ser sedem û armancên êrişên Tirkiyê yên li ser wargehê ev got:

Bi van êrişan Tirkiye dixwaze kampê vala bike.

Sedema din jî pergala neteweya demokratîk e.

Kampa Mexmûrê, nîşan da ku pergaleke bêdewlet jî pêkan e.”

Fîlîz Bûdak Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, bang li NY kir ku helwesta xwe zelal bike û peywira xwe pêk bîne.

Back to top button