ÇALAKIYA NASIR YAGIZ 182 ROJ E LI DARE

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li başûrê kurdistanê jî didome. Li Hewlêrê, greva bêdawî ya Nasir Yagiz di roja 182’an de bi biryardarî dewam dike.
Her wiha çalakiya li Mexmûr jî di roja 157’an de ji aliyê koma 52 an ve hate dewirgirtin. Çalakgerên di giravê de diyar kirin ku Tirkiye dixwaze bi tecrîda ser Ocalan îradeya gelê Kurd bişkêne.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatî destpêkirin 182 roj e li dare.

Îro çalakî ji aliyê koma 91’emîn ve hate dewir girtin.

Berxwedana Nasir Yagiz jî bi heman armancê di roja 182’an de bi biryardarî dewam dike.

Li ser navê koma nû Ewnî Girdeşine axivî û got:

Em livir dibêjîn, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hebe wê çalakiya me dewam bike.

Tirkiye dixwaze bi tecrîda ser Ocalan îradeya gelê Kurd bişkêne.

Lê bila Tirkiye baş bizane hertim gelê Kurd wê hemberî dijmin raweste û bi serkeve.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 157’an de ji aliyê koma 52 an ve hate dewirgirtin.

Li ser navê komê Hewar Gabarî axivî û got:

Eger ji bo gelek bindest bi hezaran mirov, ciwanên wî gelî ji bo nirx û pîroziyên gelê xwe canê xwe li ber mirinê razane, ev tê wê wateyê ku ew gel azad e.

Her wiha çalakiya bê dem û bê dorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi vînek xurt di roja xwe ya 122’an de ye.

Çalakiya Endezyar Herêm Mehmud jî ev 87 roj in li Kelar a Germiyanê li dar e.

Li Silêmanî çalakiya greva birçîbûnê di roja 159’an bi koma 81’an re dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button