Ûkraynî ji bo rewşa şer xwe fêrî karanîna çekan dikin

Istixbarata Amerîkayê têkildarî Ûkrayna idîayeke balkêş belav kir.
Li gorî vê, “Ne bi giştî be jî Rûsya ji bo tevgereke mezin a dagirkirina Ûkrayna, 110 hezar leşker şandine sînorê welat. Ûkraynî jî ji bo fêrbûna karanîna çekan berê xwe didin navendên leşkerî. Di nava vê rewşa aloz de, ji bo parastina welatên endamên NATO, Amerîka 2 hezar leşker şandin Almanya.

Li sînorê, Ûkrayna ji her demê zêdetir tevgereke metirsîdar ya Rûsya tê xuyakirin.

Ûkraynî jî li hemberî vê tevgerê bitirsin.

Li welat seferberiya ji bo rewşeke metirsîdar hatî ragihandin, berê Ûkrayniyan daye qadên parastinê.

Ji bo di rewşeke êrişê de bikarin xwe biparêzin li dehan navendî, perwerdeyên çekan têne dayîn.

Rûsya li pey hev hêzê dişîne sînorê Ûkrayna

Li aliyê din Rûsya jî qet ji ya xwe danakeve.

Ji bo vê yekê jî li ser hev hêzê dişîne sînorê welat.

Li bejahiya sînorê Rûsya û Belarûsê jî tetbîqat li ser hev pêk tên.

Idîaya Istîxbarata Amerîkayê: Rûsya xwe ji bo tevgereke mezin a dagirkeriyê amade dike

Hemwextî vê rewşê, rayedarên Istîxbarata Amerîkayê, endamên Kongresê û hevlabendên Waşîngtonê yên Ewrûpayê agahdar kirin.

Li gorî îdîaya îstîxbaratê, Rûsya vê gavê 110 hezar leşkerên xwe li ser sînorên Ûrayna kom kirin
û ev yek weke nîşaneya destpêkirina tevgereke dagirkeriyê hate binavkirin.

Rayedarên Amerîkayê ragihandin wan heta niha piştrast nekiriye ka Pûtîn fermana destpêkirina êrişê daye an na.

Li gorî îdîayê;

Tevgera leşkerî ya Rûsya li ser sînorê Ûkrayna zêde bûye.

Nîvê meha Sibatê egeriyek zêde ye ku Rûsya bi tevlîbûna 150 hezar leşkerî beşeke mezin ji Ûkrayna dagir bike.

Eger di vê pêvajoyê de Putin biryareke radîkal bide, wê hêzên Rûs di nava 48 saetan de paytext Kievê dorpêç bikin û dawî li erka serokkomar Zelensky bînin.

Di rewşek a şer de wê 25.000 heta 50.000 sivîl bimirin

Di şerekî wiha de wê di navbera 25 heta 50 hezar sivîl jiyana xwe ji dest bidin.

Derdora 25 hezar leşkerên Ûkrayna û 10 hezar leşkerên Rûs jî werin kuştin.

Dibe ku bêtirî mîlyonek û 500 hezar koçberên Ûkrayna berê xwe bidin Polonyayê.

DYAji bo parastina welatên endamên nato 2.000 leşker şandin Almanya

Hemwextî van senaryoyên metirsîdar, DYA jî 2 hezar leşker ji bo piştevaniya welatên NATO şandin Almanya.

Back to top button