“Eşbal El-Xîlafe” qurbaniya kiryarên bavan

Rêxistina UNICEF’ê serdana girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir û rewşa zarokên DAIŞ’ê (Eşbal El-Xîlafe), ji nêz ve şopand. UNICEF’ê diyar kir ku, xizmetên ku ji wan zarokan re tên pêşkêşkirin, girîngin lê divê ew zarok ji wir derkevin. UNICEF’ê bang li dewletên têkildar jî kir ku wan zarokan vegerînin û tevlî civakên wan bikin.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê, piştî ku di aliyê leşkerî de têk çûn hatin girtin û niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Van çeteyên ku berê xwe dan mirinê û ji welatê xwe hatin, serê malbat û zarokên xwe jî xistine belayê.

Li Kampa Holê ya girêdayî Hesekê ku weke kampa herî xeternak a cîhanê tê naskirin, bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’ê hene.

Tevî ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatên wan kiriye ku wan vegerînin jî, lê heta niha ew welat erk û berpirsyariya xwe bi cih naynin.

UNICEF serdana girtîgeha Xiwêran kir

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Taxa Xiwêran a Hesekê ya di 20’ê Çileyê de, mijara zarokên DAIŞ’ê (Eşbal El-Xîlafe) deng veda, ku 700 ji wan li wê girtîhê, di beşên taybet de tên girtin.

Rêxisitina cîhanî ya parastina mafê Zarokan (UNICEF), di 25’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên li ser van zarokan, anî ziman.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî duh rê dan endamên UNICEF’ê ku serdana girtîgeha Xiwêran bikin. UNICEF yekem rêxistine piştî êrîşên 20’ê Çileyê derbasî girtîgehê dibe.

Rêxistinê serdana beşê taybet yê zarokên DAIŞ’ê (Eşbal El-Xîlafe) kir û rewşa wan ji nêz ve şopand.

UNICEF: Rewşa zarokên DAIŞ’ê ne aram e

UNICEF’ê derbarê wan zarokan de îro dauxyaniyek belav kir.

UNICEF’ê diyar kir ku gelek ji van zarokan ev çend sal in, li vê navendê ne û ev tişt gotin:

“Tevî ku gelek xizmetên bingehîn ji zarokan re tên pêşkêşkirin, lê rewşa wan qet ne aram e.

Di bingehê de diviyabû ev zarok ne li wir bana, divê ji vir derkevin”.

UNICEF’ê xebatên rêveberiya xweser ên ji bo zarokan, silav kir û amadebûna xwe ya ji bo peydakirina cihekî bi ewletir ji zarokên ku temenê wan kêmî 12 salan re anî ziman û got:

“Nabe zarok ji ber girêdana bi komên çekdar re werin girtin.

Divê ew wek qurbanên nakokiyê bên dîtin û li ser wê esasê pê re mijul bibin”.

UNICEF Banga vegerandina zarokên DAIŞ’ê li welatên wan kir

UNICEF’ê bang li dewletên ku zarokên wan di nava DAIŞ’ê de hene kir ku wan vegerînin û ji bo alîkarîdayîn û hêsankirina vegera wan û tevlîkirina wan di nava civakên wan de, amadebûna xwe anî ziman.

UNICEF’ê derengmayîna di vî warî de jî, rexne kir.

Back to top button