ŞAHAB ABDULATÎF: JINÊN ÊZIDÎ Û PERE JI TIRKIYÊ RE ME VEDUGEHSTIN

Bi gelek belgeyan me hevkariya çeteyên DAIŞ û dewleta tirk ya li ser sînor weşandibûn. Vê carê jî çete Şehab Ahmed Abdulatîf ku bi MÎT’a Tirk re xebitiye agahiyên nû dide. Çete Şehab got; Pere ango maliya çeteyên DAIŞ’ê di bin çavdêriya dewleta tirkiyê de bû.

Çete Şahab Ahmed Abdullatîf ku têkilî bi MÎT’a Tirk re kiriye li ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re li gelek agahiyên nu mikur hat.

Çete Şahab ji bo piştevaniya DAIŞ’ê bi MIT a tirkiyê re di nava têkliyan de bû.

Ev yek jî bi belgeyan hatiye eşkerekirin.

Çete Şehab têkildarî mijara jinên êzidî agahiyên nû da;

Tevî hevparên xwe yên Sûrî, ji bo jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin bi pereyekî zêde bifiroşîn, me ew direvandin tirkiyê.

Belgeyên di telefona Şahab de nîşan dide ku çi kar kiriye û bi kê re têkiliya xwe heye.

Çete Şehab li ser şêniyan û rewşa li herêmê ji sala 2015’an ve bazirganî dikir.

Ev belge jî ji aliyê Hêzên ewlekariyê ve hatine piştrastkirin.

Di telefona Şahab de gelek qeydên axaftinê û wêne hene ku mîna belgeyên li ser veguhestina pereyên DAÎŞ’ê ye.

Şahab navê DAÎŞ’î yên jê dixwestin pere veguhezîne ya jî derbasî Tirkiyeyê bike, bi navê DAÎŞ 1, DAÎŞ 2 û DAÎŞ 3 qeyd kiriye.

Ji xwe çete Şehab li xwe mukurhatiye û ev hemu piştrast kirine.

Çete Şahab Ahmed Abdullatîf diyar kir ku wî di bin çavdêriya Rêveberiya Ewlehiyê ya Kara-kupruya Rihayê û MÎT a Tirk de pereyên DAIŞ’ê vedughest û wiha got:

Rêveberiya Ewlehiyê ya Karakupruya Rihayê min birin navenda xwe û ji min re gotin:

“Ya tu ji Tirkiyê derkeve, ya bê girtin ya jî bi me re bixebite.

MIT’ê ji min xwest ku ez pereyê çeteyên li Hecînê ne veguhêzim.

Ji gelek welatên Ewropayê mîna Swêd, Belçîka, Brîtanya, Fransayê pere dihat.

Min agahiya hemûyan dida îstîxbaratê.

Wan jî digotin divê di nava 2-3 rojan de pereyan radest bikim.

Pere ji DAÎŞ’iyan dihat û diçû ji DAÎŞ’iyan re.

Polîs jî bi vê zanîbûn, lê qet pêşî lê ne digirt.”

Leave a Reply

Back to top button