Pêkhatiyên Qamişlo: Li dijî êriş û komployan em ê hevgirtina xwe xurt bikin

Hemû komplo û êrişên li ser civakê, bi biratiya gelan û jiyana hevbeş hat têkbirin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermanan, yên kantona Qamişlo li dijî planên têkbirina Rêveberiya Xweser, îşaret bi yekitiya gelên herêmê kir.

Pêşketin û serkeftinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya rola çalak a hevgirtinê ye.

Serkeftina beriya çend rojan li bajarê Hesekê hat bidestxistin û xwedîderketina gel li QSD’ê û hêzên ewlehiyê, yekitiya pêkhateyên herêmê nîşanî cîhanê da.

Welatiyê Suryan Sair Ishaq a ji navçeya Tirbespiyê bal kişand ser rola çalak a biratiya gelan di têkbirina hemû komployan de û got: “Biratiya gelan roleke sereke di têkbirina plan û komployên li dijî herêmê de dilîze, binkeftina êrişa DAIŞ’ê mînaka herî berçav a vê yekê ye.”

Ishaq diyar kir ku wê êriş nikaribin hevgirtin, têkoşîna ji bo pêşxistina rêveberiya xweser têk bibin.

Welatiya Kurd Newroz Elî ya ji navçeya Amûdê îşaret bi girîngiya xurtkirina hevgirtina di navbera gelan de kir û got: “Divê em projeya demokratîk a li herêmê biparêzin, ji ber ku bêyî wê ewlehî û aramî li herêmên me ne pêkane. Êriş û komplo nikarin biratiya gelan têk bibin.”

Welatiyê Ereb Salih Hesawî yê ji navçeya Girkê Legê bal kişand ser dîroka kevnar a gelên Rojhilata Navîn û got:

“Têkiliya di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan de ji zudeye, lê hêzên desthilat hewldana parçekirina vê biratiyê dikin.”

Hesawî anî ziman ku bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan, wan hevgirtina dîrokî ya di navbera xwe de bi pêş xist.

Welatiyê Ermen Nûbar Kincoyan yê ji navçeya Dêrikê jî îşaret bi projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a li herêmê kir û got: “Bi saya hêz û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me gelek planên dewletên herêmî têk birin.”

Kincoyan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî hemû êrişên ji derve û hundir, her wiha komployên li dijî herêmê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin.

Back to top button