Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir lidarxistina Kongreya TEV-DEM’ê bersiva hemû êrişên hundir û derve ye. Rûken Ehmd diyar kir ku pêwîstî heye ku TEV-DEM xebatên xwe berfirehtir bike û got, ew ê xebatên xwe li tevahiya Sûriyê bidin meşandin.
Duh kogreya çaremîn a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê hate lidarxistin.
Xerîb Hiso û Rûken Ehmed weke hevseroktiya TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.
Hevseroka TEV-DEM’ê ya hilbijartî Rûken Ehmed derbarê kongreyê û xebatên tevgerê de ji ajansa ANHAyê re axivî.
Rûken Ehmed diyar kir di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û operasyona li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam dikin, lidarxistina kongreyê gaveke girîng e û wiha got,
“Berxwedana Hesekê ji bo me bû derfeteke bingehîn ku têkoşîna xwe berdewam bikin.
Tevî şert û mercan em ê herdem karê xwe bi pêş bixin û ji bo parastina civakê biryaran bidin.”
Hevseroka TEV-DEM’ê destnîşan kir ku di kongreyê de gelek nîqaş û pêşniyarên girîng hebûn û got,
“Pêşniyarên di kongreyê de derketin me ji xwe re kirin bingeh da ku biryarên têkildarî civakê bidin û kêmasî û astengiyên li pêşiya hemû saziyan derdikevin, derbas bikin.”
Rûken Ehmed: TEV-DEM wê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşe
Rûken bal kişand li ser girîngiya demokratîkkirina saziyan û da zanîn, demokratîkkirina saziyan bû rojeva nîqaşan, ji ber ku bingeha parastina nirxên civakê ye.
Rûken Ehmed derbarê berfirhekirina xebatên Meclisa Giştî ya TEV-DEM’ê de diyar kir, di salên derbasbûyî de gelek sazî hatin avakirin û civak hate birexistinkirin,
Rûken Ehmed diyar kir TEV-DEM’ê dê xebatên xwe wek tevgereke sazûmanî ya çalak berdewam bike û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera koçberan bixebite.