TCŞ: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo herdem li qadan bin

Ji bo azadiya Rêber Apo ciwanan li Fransayê dest bi meşeke dirêj kirine. Li Almanyayê jî ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meş di roja duyan de didome.

Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ û jin ên Ciwan ên Têkoşer her sal ji bo azadiya rêber Apo meşeke dirêj li dardixin.

Îsal meş li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir.

Ji gelek welatên Ewropayê ciwan beşdarî meşê bûn. Endamên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Bi navê TCŞ’ê Çekdar Serhed axivî û diyar kir ku ew ê weke ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo her tim li qadan bin.

Meşa dirêj li Belçîka, Hollnda û Almanyayê di roja duyem de didome

Her wiha meşa dirêj a roja şemiyê destpêkir li Belçîka, Hollanda û Almanyayê di roja duyem de dewam dike.

Di meşê de Kurd û dostên wan xwestin rêber Apo azad bibe.

Back to top button