QSD’ê li bajaroka Tîbanê a Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞê girtin

Operasyonê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD li dijî şaneyên DAIŞ’ê ên veşartî dewam dikin. QSD’ê li bajarokê Tîbanê ya li Dêrazorê 2 çeteyên ku amedakariya êrişeke xwekuj dikirin, girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku Hêzên Meclisa Hecîn a Leşkerî ya girêdayî QSD’ê 2 çeteyên DAIŞ’ê yên ku amadekariya êrişeke xwekuj dikirin ku li bajarokê Tîbanê ê Dêra Zorê pêk bînin, girtin.

Li gorî navendê, yek ji van çeteyan ji Iraqê yê û yê din jî ji Turkistanê ye.

Hat diyar kirin gelek çek, cebilxane û alavên ragihandinê jî li ser van çeteyan hatin girtin.

Navendê da zanîn di belgeyên ku ser van çeteyan hatine girtin de diyar dibe ku ev çete ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine.

Back to top button